Li Herêma Kurdistanê 78 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

27 February 2021 17:29 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 78 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, 78 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 99 pêketî jî baş bûn. 

Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê diyar kir, di nav 24 saetên borî de, 78 kes bi Koronayê ketine û tu pêketiyekî Koronayê jî nemiriye.

Herwiha Wezaretê daye zanîn, ji do de 99 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên fermî, ji destpêkê de heta niha 108 hezar û 717 kes bi Koronayê ketine. Ji wan kesan, 103 hezar û 431 kes baş bûne, hezar û 767 kes di bin çavdêriyê de ne û 3 hezar û 519 kesan jî can dane.