Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê ti haletên nexwesiya Kulîlka Meymûnan tunene

19 August 2024 09:32 0 dîtin
Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê ti haletên nexwesiya Kulîlka Meymûnan tunene

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Serkar Surçî ragihand, heta niha li Herêma Kurdistanê ti haleteke tûşbûna Kulîlka Meymûnan (mpox) nehatiye tomarkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Surçî der barê vîrûsa Kulîlka Meymûnan (mpox) de axivî.

Surçî diyar kir ku vîrusa Mêzayê nexweşiyeke viral e ku ji heywanan derbasî mirovan dibe û wiha got: "Vîrûsa Kulîlka Meymûnan bi lez û bez belav dibe û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bang li hemû welatan kir ku tedbîrên xwe bigirin. bi nexweşiyê re şer bikin.

Serkar Surçî got, "Heta sala 2024an li seranserê cîhanê bi taybetî li welatên Afrîkayê bûyerên nexweşiyê gelekî zêde bûne û ev yek bûye sedem ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bang li hemû welatan bike ku ji bo têkoşîna li dijî vê nexweşiyê tedbîran bigirin."

Surçî da zanîn ku heta niha li Herêma Kurdistanê ti haletekî nexweşiya Kulîlka Meymûnan û heta rewşeke bi guman nehatiye dîtin û got, Herêma Kurdistanê dê li gorî rênimayên WHO tedbîrên pêşîlêgirtinê li hember vê nexweşiyê bigire.

Berdevk Sûrçî diyar kir ku Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi hevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) rênimayên ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa M-pox amade kirine û dê li hemû rêveberiyên tenduristiyê yên parêzgehên Herêma Kurdistanê bên belavkirin.

Surçî, da zanîn ku rêyên parastina li dijî Kulîlka Meymûnan pir dişibin tedbîrên ku ji bo Kovîd-19ê hatine girtin û wiha got: “Lîk û birînên ku piştî du hefteyan li ser çermê mirov xuya dibin wek rewşên bi guman têne dîtin û divê li jûreyek cuda bên girtin bi taybetî tedawîkirin."