Saman Berzencî: Heta niha tu haleteka vîrusa Omîkron li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin

25 December 2021 17:56 0 dîtin
Saman Berzencî: Heta niha tu haleteka vîrusa Omîkron li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî diyar kir, heta niha tu haleteka vîrusa Omîkron li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Ev du sê roj in tê gotin ku vîrusa nû ya Koronayê ya bi navê Omîkron derbasî Herêma Kurdistanê bûye. Li ser vê mijarê, Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî da zanîn, heta niha tu haleteka Omîkron li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Dr. Saman Berzencî herwiha eşkere kir, ew welatiyên me yên ku ji welatên Omîkron lê belav bûye, vedigerin wek gumanlêkirî tên dîtin û dikevin bin çavdêriyê.

Wezîrê Tenduristiyê destnîşan kir, navendên derziyê li ser lêdana derziyê berdewam in û got, em xwe bo pêleka nû ya Koronayê amade dikin.

Bi gotina Wezîrê Tenduristiyê, ji destpêka sala 2022an ve, wê lêdana derziyê ji bo hemû karmendên hikûmetê bibe neçarî.