Saman Berzencî: Heta niha herî zêde îro haletên tûsbûnê hatin tomarkirin

12 June 2020 14:01 0 dîtin
Saman Berzencî: Heta niha herî zêde îro haletên tûsbûnê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ragihand ku îro 180 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine ku ev zêdetirîn rêje ye heta niha di rojekê de hatiye tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzencî, ragihand ku îro zêdetirîn rêjeya tûşbûyên koronayê hatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Tendirustiyê, di maweyê 24 saetan de 180 kes tûşî vîrusa koronaya nû Covid-19 bûne.

Saman Berzencî, teqez kir ku ew tûşbûyên koronayê li tevahiya parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Li gor daneyên dawî, li Herêma Kurdistanê heta niha hezar û 891 kes tûşî vîrusa koronayê bûne, 559 kes baş bûne û 35 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.