Li Herêma Kurdistanê tedbîrên nû yên koronayê hatin ragihandin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, bi sedema belavbûna cureya nû ya vîrusa koronayê ji bo parastina rewşa tenduristiyê li Herêma Kurdistanê hejmarek biryarên nû derxist.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Kurdistanê de hatiye ragihandin, geşta welatiyên Iraqê bo welatên Brîtanya, Başûrê Afrîka, Awustralya, Danîmarka, Hollanda, Belçîka, Îran û Japonya hatiye qedexekirin.
Biryarên nû yên hatine derxistin wiha ne:
- Hatina kesên biyanî ji wan welatên ku navên wan li jor hatine tê qedexekirin, ji bilî hatina şandeyên dîplomasî û fermî.
- Welatiyên Iraqî yên ji wan welatan vedigerin, divê 14 rojan bêne kerentînekirin.
- Deriyên sînorî yên Hacî Omeran, Başmax, Perwîzxan di rûyê geştiyaran de tên girtin.
- Hemû kombûn, konferans û civîn qedexe ne.
- Semawend, ahengên şahiyê, çûna ser goran û danîna konên sersaxiyê qedexe ne. Her kesê pabend nebe, bi 2 milyon Dînaran tê cezakirin.
- Hemû cihên giştî yên weke bazar, xwaringeh û cihên bazirganî bê danîna maskê, nabe kes bikeve hundir û sîxûr wê bi mîlyonekê were cezakirin. Her kesê pabend nebe, bi 150 hezar Dînar tê cezakirin.
- Divê rûniştvanên Herêma Kurdistanê rêkarên xweparêziyê li ber çav bigirin.
- Her kesek mask bi kar neyine, bi 20 hezar Dînar tê cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin