Li Rojavayê Kurdistanê tedbîrên nû yên koronayê hatin ragihandin

14 September 2021 19:56 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê tedbîrên nû yên koronayê hatin ragihandin

PeyamaKurd - Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji ber zêdebûna pêketin û mirinê ji koronayê biryareke nû derxist.

Di biryarê de hat gotin, "Li gorî pêşniyara Şaneya Aloziyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha li gorî nivîsa Desteya Tenduristiyê û di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê bi pêla xwe ya 4emîn ev biryar hatin dayîn;

Tevahî kombûnên mezin bi hemû cureyên wê (di holên şahiyan de, konên sersaxiyê, kombûnên mezin, kongre û meş) tên qedexekirin.

Divê tevahî şênî û xebatkarên di saziyên Rêveberiya Xweser de maskan li xwe bikin û tedbîrên xweparastinê şexsî, dûrketina civakî pêk bînin û vê yekê ji jiyana xwe bihesibînin heta ev pandemî bi dawî dibe."