Qedexeyên koronayê yên li Rojavayê Kurdistanê hatin betalkirin

03 February 2021 18:29 0 dîtin
Qedexeyên koronayê yên li Rojavayê Kurdistanê hatin betalkirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, hemû biryarên qedexeyê yên ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê ragihandibûn betal kir.

Hevserokatiya Meclîsa Cîbicîkar a Bakur Rojhilatê Sûriyê bi îmzeya herdu hevserokan Bêrîvan Xalid û Ebd Elmihbaş ragihand, biryar ji sibê Pêncşemê 4ê Sibatê ve dikeve warê cîbicîkirinê.

Di çarçoveya rêkdarên xweparêziya ji pandemiya Coronayê de, Rêveberiya Xweser hin biryarên weke qedexekirina hin çalakiyan û qedexeyên sînordar ên çûnûhatinê derxistibûn.

Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser rojane amarên koronayê radigihîne ku li gorî wan amaran heta niha li herêmên jêr desthilata rêveberiyê de, 8 hezar û 490 kes bi vîrusa korona ketine, 296 kesan wefat kiriye û hezar û 216 kes jî baş bûne.