Li Rojavayê Kurdistanê tedbîrên bo Cejna Newrozê hatin ragihandin
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê tedbîrên bo ahengên Newrozê ragihandin.
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatiye gotin, “Em rasthatina Newrozê li tevahiya welatiyan û gelê xwe pîroz dikin. Bi vê boneyê em girêdana xwe ya bi axa xwe ve careke din piştrast dikin û hêvî dikin ev cejn di nava atmosferek ewle û aram de were pîrozkirin.”
Li gorî daxuyaniyê tedbîrên bo Newrozê hatine ragihandin wiha ne:
1-Nabe kamyon û tevahiya cureyên sahrîcan ji saet 1:00`ê sibeha roja şemiyê (20-3-2021`an) heta saet 1:00`ê sibeha duşemê (22-3-2021`an) de bixebitin.
2-Nabe tevahiya cureyên motorsîklêtan heta yên leşkerî jî ji roja pêncşemê (18-3-2021`an) ji saet 6:00`an ber êvarê heta saet 6:00`an ber êvara duşemê (22-3-2021`an) tev bigerin.
3-Tevgera li dergehên hundirîn wê ji saet 6:00`ê êvara înê (19-3-2021`an) heta roja duşemê (22-3-2021`an) were rawestandin.
4-Ketin û derketina şêniyan ji saet 6:00`ê êvara şemiyê (20-3-2021`an) heta saet 6:00`ê êvara duşemê (22-3-2021`an) tê qedexekirin.
5-Bikaranîna çekan ji aliyê şênî, hêzên leşkerî û ewlehiyê tê qedexekirin heta ku çek ruxsetkirî be jî dê were desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin