Li Herêma Kurdistanê xwaringeh û mêvanxane wê di rojên cejna Newrozê de vekirî bin
PeyamaKurd – Berpirsê Tûrîzma Parêzgeha Hewlêrê diyar kir, xwaringeh û mêvanxane wê di rojên cejna Newrozê de vekirî bin.
Berpirsê Tûrîzma Hewlêrê Îsmaîl Mînexan da zanîn, amadekariyên me yên cejna Newrozê ber bi xelasbûnê ve diçin.
Herwiha Îsmaîl Mînexan eşkere kir, di çarçoveya amadekariyên Newrozê de me bi nûnerên komeleyên mêvanxane, xwaringeh, balafirvanî, kompaniyên tûrîzmê û rêveberiya dîwana tûrîzma Hewlêrê re civînek pêk anî.
Berpirsê Tûrîzma Hewlêrê destnîşan kir, di civînê de çend biryar hatin dayîn. Yek ji wan biryaran pêkanîna sê lîjneyên pêşwazîkirina tûrîstan bû. Ew lîjne wê li derwazeyên bajêr pêşwazî li tûrîsatan bikin. Herwiha me biryar da bi tundî çavdêriya deverên tûrîstîk û seyrangeh û mêvanxane û xwaringehan bikin. Biryarek din jî ew bû ku di rojên cejnê de xwaringeh û mêvanxane vekirî bin.
Îsmaîl Mînexan diyar kir, ji destpêka îsal de heta niha nêzîkî nîv milyon tûrîst hatine Hewlêrê. Em pêşbînî dikin di rojên cejna Newrozê de jî gelek tûrîst serdana Hewlêrê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin