Li Herêma Kurdistanê 5 rojên din qedexe hat dirêjkirin

18 March 2020 17:17 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 5 rojên din qedexe hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehemd li bajarê Silêmaniyê ragihand, qedexeya çûnûhatinê ji bo 5 rojên din hat dirêjkirin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di civîna rojnamevanî de got, li ser rasperdeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo ji nêzîk ve rewşa bajarê Silêmaniyê bişopînin, wî serdana Silêmaniyê kiriye.

Ehmed destnîşan kir, 14 rojên bê ji bo rûbirûbûna vîrusa korona, gelekî girîng e.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro 18ê Adarê daxwaza dirêjkirina heyama qedexeya çûnûhatinê kiribû û ragihandibû ku bandora qedexeya çûnûhatinê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa korona baş bû.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa korona, qedexeya çûnûhatinê li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê, destpêkê ji bo 48 demjimêran û piştre ji bo 72 demjimêrên din ragihandibû ku roja Şemiyê destpê kiribû û îro li demjimêr 00:00 nîvê şevê qedexe bidawî dibû.