Qedexeya li Herêma Kurdistanê heta 10ê Nîsanê hat dirêjkirin

31 March 2020 18:54 0 dîtin
Qedexeya li Herêma Kurdistanê heta 10ê Nîsanê hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê û xweparastina hemwelatiyan ji vîrusa koronayê qedexeya çûnûhatine heta 10ê Nîsana 2020an dirêj kir.

Qedexeya çûnûhatinê beriya niha li seranserê Herêma Kurdistanê heta sibe 1ê Nîsanê hatibû ragihandin.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî jî îro ragihandibû ku tevî ku bajarê Hewlêrê qonaxa dijwar derbas kiriye jî dê qedexe bê dirêjkirin.