‘Tirkiye pistî Cejna Qurbanê êrisî Rojavayê Kurdistanê dike’

06 August 2019 11:52 0 dîtin
‘Tirkiye pistî Cejna Qurbanê êrisî Rojavayê Kurdistanê dike’

PeyamaKurd - Tê gotin ku Tirkiye dixwaze piştî cejna Qurbanê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

Berpirsekî artêşa Tirkiyê ji medya rûsî re ragihandiye, wan amadekariyên xwe kirine û dibe ku piştî Cejna Qurbanê dest bi operasyona serbazî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Bi gotina wî berpirsê artêşa Tirkiyê, ku nexwastiye navê wî were eşkerekirin, operasyona hand ê ji 11 Tebaxê ve dest pê bike.

Îsal cejna Qurbanê, 11 Tebaxê ye. Çend roj berê jî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dabû zanîn, ewê êrişî Rojava bikin û haya  Rûsya û Amerîka jî ji vê yekê heye.