Li Hewlêrê pistî nimêjê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê dest pê kir
PeyamaKurd – Îro roja yekem a Cejna Qurbanê ye. Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi edakirina nimêja cejnê re Cejna Qurbanê dest pê kir.

Li Hewlêrê nimêja Cejna Qurbanê li Mizgefta Celîl Xeyatê hat kirin.

Cejna Qurbanê li îro 16ê Hezîranê dest pê kir û heta 19ê Hezîranê 4 rojan dewam dike.

Di Cejna Qurbanê de tê çaverêkirin bi sed hezaran geştiyarên naverasta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bikin û rojên cejnê derbas bikin.
Wêne: Bilind Tahir - Rûdaw

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin