Rojhilat | Li Urmiyê di Cejna Qurbanê de 4 mela hatin binçavkirin û ew birin cihekî nediyar
PeyamaKurd – Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber piştgiriya wan a bo melayê mizgefta Mekî ya Zahîdanê Mewlewî Ebdulhemîd, 4 mela hatin binçavkirin.
Li gorî ragihandina HRANAyê mamosteyên olî Şemsedîn Muteherî, Husên Ehmedşehîdî, Fazil Muradî û Gulmihemed Mensûrî yên xwendingeha olî ya bajarê Xiwaf a parêzgeha Xoresanê ji aliyê hêzên ewlehîyê ve hatine binçavkirin û ew birine cihekî nediyar.
Mewlewî Ebdulhemîd ên pêyşnimêjê Mizgefta Mekî ya bajarê Zahidanê, roja Înê di xutbeya xwe de gotibû serkomar li Îranê de şiyana encamdana ti karekî nîne û yasaya hilbijartinan a Îranê rexne kiribû û diyar kiribû, mafê ti kesên pispor û bêalî û Suniyên misilman bo hilbijartinan tune ye.
Hate diyarkirin ku ew mela ji ber piştevaniya daxuyaniyên Mewlewî Ebdulhemîd dema serdana Rojhilatê Kurdistanê kirine li Urmiyê hatine desteserkirin ku di demên dawî da hejmara girtina melayan li Îranê her zêde dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin