Kurdistan | 2 wefat û 85 pêketinên nû yên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê rewşa 24 saetên borî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 2 kesan ji Covid-19 wefat kiriye û 85 kesên din jî pê ketine.
Herwiha wezaretê daye xuyakirin ku 954 nexweşên koronayê jî di nav rojekê de baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 105 hezar û 501 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 454 kes û heta niha 91 hezar û 581 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin