Kurdistan | 18 wefat û 628 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 628 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 628 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 287 kes li Hewlêrê, 84 kes li Silêmaniyê, 220 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê û 11 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 770 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 220 kes li Hewlêrê, 175 kes li Silêmaniyê, 259 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê û 57 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî yên Covid-19 li Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 367005
Mirin: 6584
Başbûn: 351125

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin