Kurdistan | 11 wefat û 1764 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

07 September 2021 19:35 0 dîtin
Kurdistan | 11 wefat û 1764 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1764 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 7ê Îlonêde eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1764 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 536 kes li Hewlêrê, 564 kes li Silêmaniyê, 498 kes li Duhokê, 31 kes li Helebceyê, 119 kes li Germiyanê û 16 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê,1 kes li Duhokê, û 1 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2 hezar û 222 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne ku ji wan 512 kes li Hewlêrê, 965 kes li Silêmaniyê, 584 kes li Duhokê, 52 kes li Helebceyê, 75 kes li Germiyanê û 34 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bi giştî gihîşt 304396 kesan, ya mirinan bû 5502 kes û heta niha 265839 kes jî baş bûne.