Kurdistan | 25 wefat û 427 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 427 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro Pêncşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 427 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 140 kes li Hewlêrê, 81 kes li Silêmaniyê, 165 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 16 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 813 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 300 kes li Hewlêrê, 127 kes li Silêmaniyê, 301 kes li Duhokê, 17 kes li Helebceyê, 25 kes li Germiyanê û 43 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 367874 kesan, ya mirinan bû 6620 kes û heta niha 352790 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin