Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: Hejmara mirinan gihîst nêzî 5 hezar kesan
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 3 hezar û 220 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kes jî pê mirine ku hejmara mirinan ji destpêkê heta niha gihîştiye nêzîkî 5 hezar kesan.
Di daxuyaniya Îro Pêncşemê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin ku di 24 demjimêrên borî de 3220 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Ji wan 754 kes li Hewlêrê, 927 kes li Silêmaniyê, 1400 kes li Duhokê, 349 kes li Helebceyê, 71 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û ew jî 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 755 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne ku ew jî 319 kes li Hewlêrê, 220 kes li Silêmaniyê, 156 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 40 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 247271 kesan, ya mirinan bû 4872 kes û heta niha 203484 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin