Serokomarê Tirkiyeyê, li Meresê daxuyanî da

08 February 2023 17:30 0 dîtin
Serokomarê Tirkiyeyê, li Meresê daxuyanî da

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, îro derbasî navenda erdhejê Mereşê bû û di daxuyaniya ku da çapemeniyê de da zanîn ku di erdhejan de 8 hezar û 574 kesan can dane.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, li Mereşê daxuyaniyek da çapemeniyê û di derbarê daneyên ziyanî de agahî dan. Erdogan got,

“Ez li vê derê daxuyaniyekê didim. Em bi rêveberên otêlên Alanya, Antalya û Mêrsînê re axivîn. Heger welatiyên me bixwazin, em dikarin gelê xwe li otêlên van parêzgehan bi cih bikin. Em ê hemû pêwîstiyên we li otêlan bicîh bînin. Me hemû derfetên xwe seferber kirine. Em bi şaredariyan û taybet bi AFADê re xebatên xwe dimeşînin.”

Erdogan di dewama daxuyaniyê de got ku “Heta niha 8 hezar û 574 kesan canên xwe ji dest dane, 49 hezar û 133 kes birîndar bûne û 6 hezar û 444 avahî hilweşiyane.”

Roja 6ê Sibatê, li navçeya Pazarcika Mereşê, 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber erdhejê, li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Suriyeyê jî gelek avahî hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî, ji hezarî zêdetir kesan can dane.