Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser peymana Mazlûm Ebdî û Ehmed Sera daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê (MSB) ya Tirkiyeyê li ser peymana di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de daxuyaniyek da, ku şeva 10ê vê mehê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera de li Şamê hatibû kirin.
Wezaretê ragihand ku ew ê çavdêriya bicihanîna peymanê û bandora wê ya li qadê bikin.
Berdevkê Wezaretê Orgeneral Zekî Akturk got,
“Em ê encamên peymanê ji nêz ve bişopînin. Têkoşîna me ya li dijî terorê dewam dike. Armanca me rawestandina çalakiyên terorîstî, bêçekkirina terorîstan, derxistina terorîstên biyanî ji Sûriyeyê û parastina yekparçeyiya axa Sûriyê ye.”
Herwiha, hate ragihand ku îro Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê dest bi erka xwe kiriye û di rojên pêş de şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê dê serdana Sûriyeyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin