Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, ji ber qaçaxçîtiya mirovan pileya generalekî betal kir

10 October 2024 13:00 0 dîtin
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, ji ber qaçaxçîtiya mirovan pileya generalekî betal kir

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku rutbeya tûggeneralê teqawîtbûyî Bîlal Çokay hatiye betalkirin ku tê îdiakirin bi maşîneya xwe ya fermî li ser sînor qaçaxçitiya mirovan kiriye.

Çavkaniyên Wezaretê li ser pirseke der barê Tûgeneral Bîlal Çokay de yê teqawîtbûyî ku navê wî li ser sînorê Sûriyeyê di qaçaxçîtiya mirovan de cih girtiye got, “Weke ku tê zanîn me berê ragihandibû ku sewqî lijneya disîplînê hatiye kirin, tûgeneralê teqawîtbûyî Bîlal Çokay  ku berê bi qaçaxçîtiya mirovan re mijûl dibû li ser sînorê Sûriyeyê. Ew ji aliyê wezareta me ve ji bo teqawidbûnê hat sewqkirin û piştre hat girtin. Lijneya bilind a disîplînê cezayê qutbûna ji hêzên hekdar ên dirk da Bîlal Çokay û pileya wî hat betalkirin.”