Wezareta Parastinê ya HTSyê: Operasyon bi dawî bûne

10 March 2025 15:47 0 dîtin
Wezareta Parastinê ya HTSyê: Operasyon bi dawî bûne

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ku HTŞ pêşengiya wê dike anHesen Ebdulxenî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA re ragihand ku “hêzên ewlehiyê li parêzgehên Laziqiyê û Tertûsê yên li beravên Sûriyeyê” yekîneyên ku tê îdîakirin ”bi ser rejîma Esed ve ne” bêbandor kirin û operasyon rawestand.

Wî di daxuyaniya xwe de got:

“Xizmetên ewlekarî dê kar bikin ji bo bihêzkirina karê me ji bo peydakirina aramiyê û parastina ewlehiya xelkê di dema bê de pîlanên nû hebin ji bo berdewamkirina şerê li dijî paşmahiyên rejîma hilweşandî û kar ji bo jinavbirina metirsiyên pêşerojê.”