Ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê rapora girtîgehan: Li Îmraliyê qenalên televîzyonê zêde bûne

11 November 2024 14:43 0 dîtin
Ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê rapora girtîgehan: Li Îmraliyê qenalên televîzyonê zêde bûne

PeyamaKurd – Li gorî Rapora Çalakiyên 2023yan a Lijneyên Şopandinê yên Midîriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê hejmara qenalên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê temaşekirin derket 15an ku yek jê qenala radyoyê ye.

Piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Ocalan peyama “Eger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku ez vê pêvajoyê ji zemîna nakokî û tundiyê derxim qada hiqûqî û siyasî.” Li ser vê yekê Partiya DEMê tekez kir ku divê şert û mercên ku Ocalan tê de pêşengiyê bike werin pêşdebirininç

Pêşniyarên Îmraliyê yên rapora Wezareta Dadê

Rewşa Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê çi ne diyar e. Li gorî ku Ceren Bayarê ji rojnameya tirk Duvarê ragihandiye, di Rapora Çalakiyên 2023yan a Lijneyên Şopandinê yên Midîriyeta Giştî ya Girtîgehan û Girtîgehan a Wezareta Dadê de de barê şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê ya ku Ocalan tê de ye, hin agahiyan cih girt.

Lijneyên Şopandinê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê kontrol dikin û di girtîgehan de  kêmasî û binpêkirinan tespîd dikin, di nava wan girtîgehan ku hatine kontrolkirin, Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê jî heye ku Ocalan jî tê de dimîne.

Li Îmraliyê qenalên televîzyonan hatine zêdekirin

Di raporê de der barê Girtîgeha Îmraliyê de 2 pêşniyaran cih girtiye ku yek jê hatiye bicihanîn û ya din jî nehatiye bicihanîn. Ji pêşniyara ku hatiye bicihanîn, pêşniyara li ser hejmara qenalên televîzyonê yên li Girtîgeha Îmraliyê ye ku girtî lê temaşe dikin. Di raporê de hatiye gotin ku pêşniyara li ser daxwaza zêdekirina qenalên televîzyonan ên li girtîgehan hatiye bicihanîn û wiha hatiye gotin: “Hemû mehkûm ji weşana pergala navendî ku sûdê werdigirin ku ji 14 qenalên televîzyonê û qenaleke radyoyê bi giştî 15 qenalan pêk tê.”