Tirkiye | Di nav 25 salan de 2 hezar û 670 kes di girtîgehan de mirine

28 December 2021 22:01 0 dîtin
Tirkiye | Di nav 25 salan de 2 hezar û 670 kes di girtîgehan de mirine

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 25 salên borî de 2 hezar û 670 kesên di girtîgehan de, can dane û cenazeyên wan ji girtîgehan derketiye.

Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Komariya Gel (CHP) ku ji Mafên Mirovan Berpirsyar e Gulîzar Bîçer Karaca, raporeke bi sernavê “Mafê Ku Tu Lê Digerî Nikarî bigihîjî - Li Girtîgehan Xwegihandina Tenduristiyê” amade kir.

Parlementera CHPê ya bajarê Denîzlî yê Tirkiyê Gulîzar Bîçer Karaca di rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de eşkere kir, di 25 salên dawî de 2 hezar û 670 girtî di girtîgehan de mirine.  

Karaca ragihand, li Tirkiyeyê kapasîteya girtîgehan a giştî 233 hezar û 194 e û ev agahî dan: “297 hezar û 19 kes di girtîgehan de dimînin. Dema kapasîte hat hesabkirin ji bo 100 cihên mayînê 127 kes dikevin. Tirkiye bi vê rêjeyê di nav welatên Konseya Ewropayê de di asta zêdebûna girtîhan de di rêza yekemîn de ye.”