‘Li Amedê hejmara haletên koronayê gihistiye 1500î’
PeyamaKurd - Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkên Tirk Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku li Amedê hejmara haletên koronayê gihîştiye hezar û 500 kesan û got: "Ev rewş xeternak e û em bi fikar in."
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihandibû ku hejmara haletên vîrûsa koronayê li Amed û Çewligê zêde bûne û li bajarên wek Stenbol, Îzmîr û Enqere jî kêm bûne.
Li gorî nûçeya MAyê, Piştî rewşa asayîbûnê li Amedê 24 hezar kes xistin karantînayê û hejmara haletên koronayê zêde bûne. Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya ku li Amedê bijîşkiyê dike rewşa li Amedê nirxand.
‘Hejamra haletên tûşbûnê li bajarên herêmê dibin’
Yerlikaya got, "Di hefteyek dawî de haletên koronayê li Amedê zêde bûn. Hejmara derdora 900 niha derketiye hezar û 500 kesî. Niha bajarê herî zêde ku halet lê hene Amed e. Em gelek bi endîşe ne. Niha zingila îmdadê lê dide. Em bi hişyariya pêla yekemîn re rûbirû ne. Li bajarên herêmê halet zêde dibin. Ev rewş bi xetere ye û em bi fikar in."
‘Li Amedê 50 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye’
Yerlîkaya da zanîn ku li Amedê serwîsên mudaxileyê derketine 5an û gelek sedemên belavbûna koronayê hene. Yerlîkaya got ji bo baldariyê çi ji destê kî tê divê bike.
Yerlîkaya anî ziman ku rayedar peyama ku ew bi ser ketine didin xelkê lê ev di hejmarên herêmê yên dawî de xwe radixe ber çavan. Yerlîkaya da zanîn ku ji destpêka pandemiyê heta niha nêzî 50 kes ji ber koronayê li Amedê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin