Covid-19 | Hejmara haletên tûsbûnê ji 7milyonan borî
PeyamaKurd –Hat ragihandin ku hejmara kesên bi koronayê ketine ji 7 milyonan borîye û 3 milyon û 462 hezar û 185 kes jî baş bûne.
Li gorî malpera Worldmeterê hejmara kesên ku bi koronaya nifşê û (Covid-19) ketine li seranserê cîhanê ji 7 milyonan derbas kiriye.
Hejmara kesên ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihiştie 406 hezar û 207 kesan û hejmara kesên ku baş bûne û çûne malên xwe jî 3 milyon û 462 hezar û 185 kes in.
Li gorî daneyên fermî heta niha 3 milyon û 224 hezar û 527 kes enfekte ne ango testa wan pozîtîf derketiye.
Herî zêde haletên tûşbûnê li Amerîkayê hatin tomarkirin û piştî Amerîkayê Brezîlya, Rûsya û Spanya tên.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine gihîştiye 1310 kesan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî gihîşt 26 kesan.
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê tûşbûna 2 kesên din bi vîrusa koronayê li parêzgeha Duhokê jî ragihandibû ku di nav rojekê de hejmara tûşbûyên koronayê dibe 88 kes.
Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir li serasnerê dewletên din cîhanê belav bûbû. Li Çînê zêdetirî ji 84 hezar kes bi korona ketine û ji wan 4 hezar 638 kes bi wê canê xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin