Iraq - Covid-19 | Hejmara herî zêde ya haletên nû hat tomarkirin

17 May 2020 22:06 0 dîtin
Iraq - Covid-19 | Hejmara herî zêde ya haletên nû hat tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Iraqê derbarê amarên dawî yên vîrusa koronayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, 144 kesên din bi vîrusa koronayê ketine. Li gorî amarên rojane yên heta niha hatine belavkirin, îro 17ê Gulanê bi 144 kesan hejmara herî zêde ya rojekê hatiye tomarkirin.

Di daxuyaniya îro 17ê Gulanê ya Wezareta Tendirustiya Iraqê de hat gotin, di dema 24 saetên dawî de 144 berketiyên din ê koronayê hatine tomarkirin, 92 kes baş bûne û hejmara giştî ya tûşbûyan jî gihîştiye 3.404 kesan.

Wezareta Tendiristiya Iraqê da xuyakirin ku heta niha 2.218 nexweş baş bûne û 123 kesan jî ji ber koronayê can daye.