Li Iraqê hejmara herî zêde ya rojekê hat tomarkirin

28 May 2020 20:19 0 dîtin
Li Iraqê hejmara herî zêde ya rojekê hat tomarkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li seranserê Iraqê di nav 24 saetên borî de 322 kesên din bi vîrusa koronayê ketine. 

Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand ku di 24 demjimêrên derbab bûyî de  322 kesên din li seranserî Iraqê bi  vîrusa koronayê ketkine, 4 kes mirine û 67 kes jî baş bûne. Hejmara zêde ya pêketiyan 23yê Gulanê 308 kes hatibû ragihandin û îro jî 322 kes hatin ragihandin ku ev hejmara herî zêde ya rojekê ye.

Heta niha li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê 5,457 kes bi koronayê ketine û bi giştî 179 kesan jî can daye.

Ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê û metirsiya belavbûna zêdetir, ev çend roj in Iraq ketiye alarmê û daxwaz ji hikûmetê tê kirin, civîneke awarte derbarê vê rewşê de were lidarxistin.

Herwiha biryarderê Şaneya Krîzan di parlamena Iraqê de Cewad Mûsewî jî daxwaz ji hikûmeta Iraqê deriyên Bexdayê li parêzgehên din bigire.