Wezareta Tenduristiyê hejmara herî zêde ya mirinên rojekê ragihand
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro ya derbarê rewşa vîrusa koronayê de hejmara herî zêde ya mirinan ragihand.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, di nav 24 demjimêrên borî de 579 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine ku 164 kes li Hewlêrê, 97 kes li Silêmaniyê, 25 li Germiyanê, 268 kes li Duhokê û 25 kes li Helebceyê ne.
Herwiha wezaretê hejmara herî zêde ya mirinan di rojekê de jî ragihand û got, di 24 demjimêrên borî de, 27 kes ji Koronayê can dane ku 8 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyan, 5 kes li Raperîn û 7 kes li Duhokê ne.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, heta niha li seranserê Herêma Kurdistanê 29 hezar û 926 kes bi koronayê ketine, Hezar û 125 kesan can daye û 18 hezar û 969 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin