Wezîrê Tenduristiyê hejmara herî zêde ya pêketina vîrusa koronayê ragihand
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di rojekê de hejmara herî bilind a pêketina bi vîrûsa koronayê hat tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di civîneke rojnamevanî de ragihand, car din hejmareke zêde ya pêketiyên Koronayê hatiye tomarkirin û got, di nav 24 demjimêrên borî de hezar û 308 kes bi Koronayê ketine û 17 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.
Dr. Berzincî da xuyakirin ku li Herêma Kurdistanê heta niha 66 hezar û 131 kes bi koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 243 kes mirine û 38 hezar û 807 kes jî baş bûne.
Wezîrê Tenduristiyê piştî civîna ligel nûnerên Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) ev amarên dawî eşkere kirin û car din bal kişand ser bicihanînan tedbîran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin