Wezareta Tenduristiyê hejmara herî zêde ya rojekê eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara pêketiyên koronayê ya herî zêde bo rojekê ragihand.
Li gorî daxuyaniya îro 11ê Tebaxê ya Wezareta Tenduristiyê, li seranserê Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 653 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 13 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê ragihand, ji 653 pêketiyên nû yên koronayê 398 kes li Hewlêrê, 60 kes li Silêmaniyê, 25 li Germiyanê, 66 li Raperîn, 88 kes li Duhokê û 16 li Helebceyê ne.
Herwiha hat gotin ku 13 kesan jî ji ber koronayê can daye ku 9 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û kesek jî li Helebceyê bû. 171 pêketiyên koronayê jî di nav 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê baş bûne.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 18 û 200 pêketiyên koronayê hatine tomarkirin û 670 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin