Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî eskere kir: Hejmara pêketî û mirinan kêm nebûye...
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 2 hezar û 543 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 19 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2543 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 668 kes li Hewlêrê, 1137 kes li Silêmaniyê, 578 kes li Duhokê, 56 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê û 50 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 1 kes li Gemriyanê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 736 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 310 kes li Hewlêrê, 227 kes li Silêmaniyê, 111 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 64 kes li Germiyanê û 14 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê heta niha 256001 kes bi koronayê ketine, 4 hezar û 951 kes mirine û 206226 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin