Neteweyên Yekbûyî hisyarî da: Wê kustina sivîlan bigihîje hejmara herî zêde!
PeyamaKurd – Ofîsa Neteweyên Yekbûya ya Afganistanê (UNAMA) hişyarî daye ku dibe îsal hejmara herî mezin a welatiyên sivîl di şer de bibin qurbanî.
UNAMAyê di raporekê de ragihand, di nîvê yekem a îsal de hejmareke mezin a kuştin û mirina sivîlan hatiye tomarkirin, bi taybet piştî ku hêzên navdewletî dest bi vekişîna ji Afganistanî kirin û hêzên Talîbanê dest bi êrîşan kir.
Nûnera Taybet a Netewên Yekbûyê li Afganistanê Deborah Lyons jî gotiye, heger şer û alozî neyên rawestandin, dê hejmarên herî mezin ji Afganiyan bimirin û birîndar bibin.
Deborah Lyons daxwaz ji Talîban û hikûmetê kir, li ser maseya danûstandinan rûnin û bandora vî şerî li ser sivîlan li ber çavan bigirin û got: “Çareseriya leşkerî, dê karesata gelê Afganî zêde bike.”
Li gorî rapora UNAMA, di nîvê yekem ê sala 2021ê de, 1659 kes hatine kuştin û 3254 kes jî birîndar bûne ku ev rêje ji sedî 47 ji qurbaniyên nîvê yekem ê sala 2020an zêdetir e.
Hejmara qurbanîyên sivîl bi taybetî di mehên Gulan û Hezîranê de zêde bûye. Di nav du mehên destpêkê yên êrîşa Talîbanê ya li seranserê welêt de, 783 sivîl hatin kuştin û 1609 kes jî birîndar bûne.
Lyons gotiye, hêz û grûpên dijberê hikûmetê di ber % 64 ê qurbaniyan de berpirsin: %39 di êrîşên Talîbanê de, %9 di êrîşên DAIŞê û %16 di êrîşên grûpên nenaskirî de hatine kuştin.
Piştî vekişîna Amerîka û NATOyê hêzên Talîbanê dest danîne ser piraniya herêman. Hêzên hikûmeta Afganistanê jî tenê kontrola wê li ser riyên sereke û paytextên wîlayetan heye ku hin ji wan jî di dorpêç de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin