Neteweyên Yekbûyî hewla kustina Kazimî sermezar kir
PeyamaKurd - Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) bi tundî hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir.
Di daxuyaniya UNAMIyê de hat gotin: “Em dilxweş in ku Serokwezîr Kazimî di êrîşa balafirên bêmirov a li ser mala wî ya li Bexdayê de zirar nedîtiye” û diyar kir, nabe teror, tundûtûjî û kiryarên ne yasayî, aramiya Iraqê têk bibe û proseya wê ya demokratîk hilweşîne.
UNAMIyê bang li hemû aliyan kir ku berpirsyariya xwe hilgirin û aloziyê kêm bikin, ji bo kêmkirina aloziyên siyasî û piştgiriya berjewendiya niştimanî ya Iraqê jî dest bi diyalogê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin