Konseya Ewlehiyê ya NY hewla kustina Kazimî sermezar kir
PeyamaKurd – Konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî bi sedema hewla kuştina serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî, êrîşa ser mala wî şermezar kir. Konsey piştî êrîşa bi balafira bêmirov ya ser mala Mustafa Kazimî ragihand ku her cûre teror aştiya navdewletî û ewlekariyê tehdîd dike.
Konsey got ku divê ji bûyerê fînansorên bûyerê û êrîşker berpirs bin û teslîmê edaletê bên kirin. Konsey her weha bang li temamê dewletan û desthilatan kir ku di çarçoveya hûqûqê de bi hukumeta Iraqê re hevkariyê bikin.
Mala Kazimî li Xetta Kesk de ye û bi balafira bê mirov li mala wî xistibûn û Kazimî bê birîndar bibe rizgar bû bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin