Mazlûm Kobanî hewla kustina Kazimî sermezar dike

09 November 2021 11:29 0 dîtin
Mazlûm Kobanî hewla kustina Kazimî sermezar dike

PeyamaKurd – Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, bi peyamekê hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar dike û piştgiriya xwe nîşan dide. Mazlûm Kobanî dide zanîn: “Hedefgirtina birêz Kazimî, hedefgirtina nirxên demokrasî ye."

Ofîsa Ragihandina HSDê peyama Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ya ji bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî belav kir.

Mazlûm Kobanî di peyama xwe de êrîşa li ser mala Kazimî û hewla kuştina wî şermezar dike û dibêje: “Hedefgirtina birêz Kazimî, hedefgirtina nirxên demokrasî, aramî û ewlehiyê ye."

Kobanî di peyamê xwe de diyar dike: "Dema me bihîst tiştek bi we nehatiye, em rihet û kêfxweş bûn. Em bi hêvî ne saziyên we yên ewlehiyê di zûtirîn demê de nasnameya kesên ku ev kiryar kirine diyar bike û wan radestî edaletê bikin."

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha eşkere dike: "Em teqez dikin ku di şerê hevbeş ê li dijî terorê de li kêlek gelê Iraq û dewleta wê ne. Di heman demê de HSD vê bûyera dawî şermezar dike. Ez ji we û gelê Iraqê re aramî û ewlehî dixwazim.”