Wezîrê Tenduristiyê: Kurdistan ji ber zêdebûna koronayê ketiye xeta sor a metirsîdar

09 August 2021 16:47 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiyê: Kurdistan ji ber zêdebûna koronayê ketiye xeta sor a metirsîdar

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, rewşa Kurdistanê ji ber pêketin û mirinên zêde yên koronayê ketiye xeta sor a metirsîdar.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro Duşemê beşdarî merasîma vekirina klînîka rawêjkariya berketiyên vîrusa koronayê bûn.

Berzincî di merasîmê de eşkere kir ku hejmara pêketin û mirinên koronayê zêde bûye û wiha axivî: "Niha raporta Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ji bo vîrusa Koronayê tê amadekirin û îro temam dibe û arasteyî Kabîneya Hikûmetê û Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê tê kirin. Li gor wê raportê rewşa Kurdistanê gihîştiye xeta sor û em di bin metirsiyê de ne.  Baştirîn çareserî ji bo ew rewş bi dawî bibe xweparastin e û sîstema tendurstiyê û hemû dezgehên tenduristiyê li ser erkên xwe ne."