Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê hisyariya zêdebûna pêketinên koronayê da
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî hişyarî da welatiyan ku hejmar û rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê wê bilind dibe.
Dr. Saman Berzincî derbarê cûreya nû ya Koronayê de got, rojane ev cureya vîrûsa nû tê destnîşankirin û ew bi awayekî leztir jî belav dibe.
Wezîrê Tenduristiyê daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir, hay ji xwe û zarokên xwe hebin, maskan bi kar bînin û destnîşan kir: ‘Niha xweparastin baştirîn rê ye.’
Hêjayî gotinê ye, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Dr. Aso Hewêzî îro Yekşemê ragihandibû ku li Herêma kurdistanê 5 haletên pêketina bi cûreya nû ya vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin