Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê daxwaza dirêjkirina qedexeya derketina derve dike
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, daxwaz ji wezareta navxwe kirine qedexeya derketina derve were dirêjkirin lê hinek hêsankarî jî bên kirin.
Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî îro di civînekee eojnamevaniyê de ragihand, ew tevdîrên ku li hember belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hatine girtin bi taybet qedexeya derketina derve, gelekî baş û bisûdewer bûne û karîne rê li be belavbûna vîrusê bigirin.
Dr. Berzencî her wiha got, lê hîn jî metirsî maye ji ber wê jî me daxwaz ji wezareta navxwe kiriye qedexe were dirêjkirin, helbet hinek hêsankarî jî bêne kirin.
Wezîrê tenduristiyê, ku di dema wergirtina karwaneka alîkariyê ya dezgeha tenduristiya cîhanî (WHO) de dipeyivî, da zanîn, heta niha çend caran WHO alîkarî ji Herêma Kurdistanê re şandiye lê hîn ti diravek nedaye Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin