Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Em di qonaxa çareserkirin û kontrolkirinê de ne

26 March 2020 15:20 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Em di qonaxa çareserkirin û kontrolkirinê de ne

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî got, belavnebûna vîrusa korona ji ber pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê ne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî li Helebce di civîneke ronamevanî de ragihand, ew bi amadekariyên parêzgeha Helebceyê bo rûbirûbûna vîrusa korona xweşhal e.

Berzencî got, “Amûreyên tenduristiyê yên pêwîst ji Helebceyê re hatine dabînkirin. Reşandin û pişknîn tên kirin û çend geştiyar û gûmanlêkar jî ketine kerentîne.”

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir, destpêkê gûmana nexweşiyê tenê li geştiyaran bû, lê niha ne tenê geştiyar jêdera korona ne û pişknîn ji hemû kesên gûman li ser in tên kirin.

Dr. Saman Berzincî tekez kir, ew niha di qonaxa konrolkirin û çareserkirina vîrusa korona de ne.

Wezîrê Kurd destnîşan kir, “Belavnebûna vîrusa korona ji encama pabendbûna welatiyan bi rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Wezîrê Tenduristiyê li ser amarên dawî jî ragihand, heta niha 103 pêketiyên bi vîrusa korona li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, 2 kesan wefat kiriye û 27 kes jî baş bûne.