Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê bi mijara Covid-19ê diçe parlementoyê

24 February 2020 13:59 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê bi mijara Covid-19ê diçe parlementoyê

PeyamaKurd - Wezîrê tenduristiya Kurdistanê diçe parlementoyê û li ser amadekariyên hikûmetê li hember Koronayê agahiyan dide.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî û Wezîra Hikûmetê bo karûbarên Parlementoyê Vala Ferîd dê li parlementoyê amade bin û li ser amadekariyên hikûmetê li hember nexweşiya Covid 19ê (Koronavirusa Nû) agahiyan bidin.

Li ser vê yekê, Endamê Komîsyona Tenduristiyê li Parlementoya Kurdistanê, Zana Mela Xalid ji got, ew her du wezîr dê bi me re bicivin. Emê ji wan çend pirsan bikin û agahiyan ji wan bixwazin li ser amadekariyên hikûmetê li hember Covis-19ê.

Wî parlementerê Kurdistanê da zanîn, heya niha hezar û 249 kes welatiyên Başûrî ji Îranê vegeriyane û hemû di bin qerentîne û çavdêriyê de ne.

Wî endamê komîsyona tenduristiyê anî ziman, her kesê ku bi rêkên qaçax re derbasî Kurdistanê bibe û rewşa niha bike firsend bo girankirina nirxa tiştan, dê bi tundî were cezakirin.