COVID19 | Wezareta Tenduristiya Kurdistanê amarên 24 saetên dawî eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê ya 30yê Hezîranê, di 24 demjimêrên borî de 723 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 6 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin; di 24 demjimêrên borî de 723 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku 164 kes li Hewlêrê, 241 kes li Silêmaniyê, 286 kes li Duhokê û 32 kes li Germiyanê ne.
Di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ew jî 1 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperînê ye.
Herwiha wezaretê eşkere kir, di 24 demjimêran de 549 nexweşên koronayê baş bûne û ew jî 93 kes li Hewlêrê, 219 kes li Silêmaniyê, 201 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên giştî gihîşt 185716 kesan, ya mirinan bû 4477 kes û heta niha 173690 kes jî ji vîrusa koronayê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin