Wezareta Tenduristiya Kurdistanê rewsa dawî ya koronayê eskere kir

14 September 2021 19:35 0 dîtin
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê rewsa dawî ya koronayê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 14ê Îlonê de ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1235 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1235 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 363 kes li Hewlêrê, 479 kes li Silêmaniyê, 312 kes li Duhokê, 38 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1487 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 750 kes li Hewlêrê, 377 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 47 kes li Helebceyê, 65 kes li Germiyanê û 14 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan bi giştî gihîşt 313124 kesan, ya mirinan bû 5630 kes û heta niha 277918 nexweş jî baş bûne.