Wezareta Tenduristiya Kurdistanê amarên dawî ragihand: 150 tûsbûyî, 55 kes...
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikumeta Herêma Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa koronayê heta 30yê Adarê li herêma Kurdistanê, belav kirin. Li gorî daxuyaniyê heta niha li herêma Kurdistanê 150 tûşbûyên Covid-19 hatine tomarkirin û 55 kes jî bi temamî baş bûne ku 2 kesan jî can daye.
Daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê wiha ye:
1- Kerentîn
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5474) kes li (36) cihên cuda bûn. Niha tenê (1226) kes di kerentînê de mane, (216) kes li Hewlêrê, (192) kes li Silêmaniyê, (733) li Duhokê, (50) li Helebce, (30) li Raperînê. (4248) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (159) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.
2- Pişkinîn
Di 24 demjimêrên bûrî de (500) pişknîn hatin kirin, (324) li Hewlêrê, (120) li Silêmaniyê, (56) li Duhokê.
Derencam (22) pêketiyên nû hatin tomarkirin:
Li parêzgeha Hewlêrê (8) kes in, ku 4 bi regez nêr û temanên wan (40, 31, 37, 32) salî ne. 4 bi regeza mê û temenên wan (32, 16, 14, 2) salî ne, ku 3 ji wan di kerentîneyê de bûn û ji welatê Fransayê vegeriyabûn, 5 jî berketiyên tûşbûyekî nahiya Xelîfanê ne.
Li Parêzgeha Silêmaniyê (14) kes in, 6 bi regerza nêr in û temenên wan (64, 57, 34, 32, 30, 4) salî ne. 8 bi regeza mê ne û temenên wan (60, 54, 40, 29, 22, 20, 17, 14) salî ne, 7 ji wan li qezaya Derbendîxanê ne û berketiyê tûşbûyekî berê ne. 7 kes jî li nava bajarên Silêmaniyê, ku 5 ji wan pêştir geşt kiribûn.
3- Amarên Giştî
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (150) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (55) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
BI TI AWAYÎ JI MALÊN XWE DERNEKEVIN...
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekî ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin û di dema pêwîst de pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin