Wezareta Tenduristiya Iraqê amarên dawî yên koronayê eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristî û Jîngehê ya Iraqê ragihand ku di 24 saetên borî de 57 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 4 kesan jî pê can daye.
Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand, di rojekê de 57 nexweşên vîrusa koronaya nû Covid-19 hatine tomarkirin ku 51 kes li Bexdayê yên din jî li parêzgahên Besre, Necef û Silêmaniyê hatine tomarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di nav 24 saetên dawî de 4 nexweşên koronayê can dane û 56 pêketiyên koronayê jî baş bûne.
Hejmara kesên ji ber koronayê can dane li Iraqê gihîşt 131 kesan û hejmara tûşbûyên giştî jî gihîşt 3 hezar û 611 kesan ku 2 hezar û 266 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin