Wezareta Tenduristiya Iraqê: Dibe ku em qedexeya çûnûhatinê ragihînin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Iraqê diyar kir, dibe ku em ji ber belavbûna zêde ya vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê ragihînin.
Endama tîma ragihandina Wezareta Tenduristiya Iraqê Ruba Felah ji rojnameya fermî ya Iraqê re daye zanîn: “Ji ber bicîhneanîna tedbîrên xweparastinê, wernegirtina derziya dijî Koronayê ji aliyê hemwelatiyan ve û demsala zivistan û sermayê de, pêşbînî tê kirin hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Iraqê zêde bibe.
Ruba Felah eşkere kir: “Rewş gihîştiye wê astê ku em fikir bikin êdî careke din qedexeya çûnûhatinê ragihînin û dibe ku ew biryar bê dayîn.
Ruba Felah daxwaz dike ew kesên ku gumana wan heye bi vîrusa Koronayê ketine, test bikin, ji ber cureya vîrusa Koronayê ya xwe guhertî ya Omîcronê zû belav dibe, divê zû tedawî bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin