Wezareta Tendirustiya Iraqê pêsniyaza sepandina qedexeya çûnûhatinê kir
PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiya Iraqê, ji ber zêdebûna hejmara berketiyên Koronayê, pêşniyaza sepandina qedexeya çûnûhatinê kir.
Rêveberiya Tendirustiya Giştî li Wezareta Tendirustiya Iraqê Riyaz Helfî, ji rojnameya Sabahê re diyar kiriye, ji ber zêdebûna berketiyên Koronayê û mirinên ji ber wê vîrûsê, me pêşniyaz li Lîjneya Bilind a Tendirûstî û Silametiya Niştimanî ji bo sepandina qedexeya çûnûhatina bi tevahî ji bo 2 hefteyan were ragihandin.
Herwiha Riyaz Helf destnîşan kiriye, welatî pabendî tedbîrên xweparêziyê nabin û xwe ji vîrûsê naparêzin û ji ber wê yekê ew neçar bûne wê pêşniyaza bikin.
Di berdewamiyê jî de Riyaz Helfî diyar kiriye, ew niha danûstendinê dikin ligel kompanyaya Pfizer ji bo mîqdara wergirtina derziyan ji 16 hezaran bikin 18 hezar.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiya Iraqê, di heyama 24 saetên dawîn de 11 hezar û 644 kes bi Koronayê ketine û 63 kes jî bi Koronayê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin