Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Rews metirsîdar e û metirsîdartir jî dibe

19 July 2021 11:30 0 dîtin
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Rews metirsîdar e û metirsîdartir jî dibe

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Kurdistanê li ser rewşa Koronayê hişyarî da û diyar kir, xweparêzî sist bûye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî li ser rewşa Koronayê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, mixabin rêjeya pêketina Koronayê li gorî çend hefteyên borî sê beramber zêde bûye, ev jî nîşan dide ku rewş metirsîdar e û metirsîdartir jî dibe.

Dr. Aso Hewêzî herwiha destnîşan kiriye, mixabin ewa ku tê dîtin ew e ku xweparêzî ji aliyê welatiyan ve sist bûye. Eger berketin neyê kêmkirin dê karesat biqewime.

Hewezî herwiha bang li welatiyan jî kiriye, şîretên tenduristiyê bicîh bînin û maskê bidin ber devê xwe û xwe ji cihên qerebalix dûr bigirin.