Wezareta Rewsenbîrî û Ciwanan hisyarî da hemû dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê

27 June 2022 09:58 0 dîtin
Wezareta Rewsenbîrî û Ciwanan hisyarî da hemû dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyek fermî arasteyî hemû dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, eger gotarek li dijî statuya Herêma Kurdistanê belav bikin, wê rêkarên tund ên yasayî li dijî wan were kirin.

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan di nameya xwe de da zanîn: “Em ji hemû dezgehên ragihandinê û portalên wan ên elektronîkî re radigihînin ku xwe ji weşandina her gotarek ku li dijî statuya Herêma Kurdistanê ye û tirs û gumanê li ser aramiya herêma me çêdike, dûr bixin. Ji ber ku belavkirina van gotaran ne di çarçoveya azadiya derbirînê de ye. Di rewşa hestiyar a niha de, Herêma Kurdistanê weke pêkhate rûbirûyê gelek rêbazên dijminatiya metirsîdar ji aliyê dijberên xwe ve bûye.”

Herwiha Wezareta Rewşenbîrî eşkere kir: “Di vê demê de ev reftarên neberpirsane ji aliyê her dezgeheke ragihandinê ve dûrî yasa û mantiqê ye û berovajî maddeya 3 - xala 3 ya yasaya Rêbernameya Rênîşandana frekansî ya fezayê li Herêma Kurdistanê ye.”